Li navçeya Mabata jineke 21 salî hat kuştin

Li Efrîna dagirkirî, li navçeya Mabata jineke 21 salî ya ku çeteyên dewleta Tirk revandibû, kuştî hat dîtin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku duh li nêzî gundê Memila معملا yê navçeya Mabata cenzeya jina bi navê Çîçek Umer kuştî hat dîtin.

23’Adarê, Çeteyan jina 21 salî revandibû.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efînê ve zêdeyî 74 jin kuştin û destdirêjî li 69 jin kirin.

Dewleta Tirk malbateke Efrînî li Tirkiyê girt û radestî çeteyan kir

Li aliyekî din, dagirkeriya Tirk malbateke Efrînî ya ji gundê Celemê ku li Tirkiyê girtibû, radestî çeteyên bi navê ” Heyet Tehrîr Şamê” kir.

Rêxsitina Mafên Mirovan a Efînê diyar kir ku 8’ê kanûna 2020’an dewleta Trik şêniyê bi navê Welîd Hesen Berekat tevî hevjîna wî Arbîl Ibrahîm Henan û du zarokên wan Hesen 8 salî û Lewand 6 salî girtin.

Li gorî rêxistinê, dema ew malbat hewl dida ji Tirkiyê derbasî Ewropayê bibe hatin girtin, niha jî ew malbat di girtîgeha çeteyan a li bajara Ezazê de ne.

Back to top button