Kampa Holê..Di roja duyemîn de 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Bi armanca bêbandorkirina tevgera veşartî ya DAIŞ’ê li Kampa Holê, Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampê di roja 2’yan de dewam dike. Di operasyonê de heya niha 32 kes hatine girtin û tuneleke veşartî jî di nava kampê de hate dîtin.

Operasyona Hêzên Asayîşê ku QSD, YPG û YPJ’ê destekê didinê, ji bo paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ’ê di roja duyemîn de dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro ji saetên sibehê dest bi operasyona xwe ya li beşa yekemîn ku penaberên ji Iraqê lê dimînin kir û di saetên nîvro de operasyon bi dawî bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja duyemîn a Operaysona Mirovî û Ewlehiyê de li kampê 23 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Duh jî 9 kes li kampê hatibûn girtin ku di nav de Ebû Eseed El-Iraqî yê ji endamên DAIŞ`ê hebû.

Tuneleke veşartî di nava kampa Holê de hat dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên destpêkê yên îro de tuneleke veşartî di nava kampê de jî dît.

Her wiha cilên leşkerî yên ji aliyê çeteyan ve hatine veşartin û gelek laptop û telefon hatin dîtin.

Kesekî ku berê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatibû hat dîtin

Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de kesekî ku berê di nav kampê de rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatibû û birîndar bibû, hat dîtin.

Hêzên Ewlehiyê ji bo dermankirinê ew şandin nexweşxaneyê.

Kesê Iraqî ku di êrîşa çeteyan de birîndar bibû, got ku ew bi çend guleyan hatiye birîndarkirin û diyar kir ku di heman êrîşê de 2 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Operasyon li gorî plana xwe didome

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen ji televezyona me re destnîşan kir ku operasyon li gorî plana xwe didome û encamên ku dihatin xwestin pêk tên û wê operasyon li beşên din ên kampê jî dest pê bike.

Li aliyê din jî berpirsên xebatê nûnekirina belgeyan gotin ku aliyên ewlehiyê belgeyên zêdetirî 4 hezar û 86 jin, mêr û zarokên li beşa yekemîn dijîn, nû kirin.

Back to top button