Li dijî 29 siyasetmedarên HDP Û BDP’ê doz hate vekirin

Di çarçoveya êrîşên qirkirina sîyasî de li dijî 29 endamên HDP û DBP’ê doz hate vekirin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Nergiz Çîgdem Karakeçîlî di nav de, der heqê 29 siyasetmedaran de, ji ber tevlîbûna wan li meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku rêxistina HDP’ê a Rihayê li navenda bajêr organîze kiribû, doz hate vekirin.

Ev doz bi îdîaya ‘li dijî qanûnê rêxistina civîn û meşan, rêvebirin û tevlîbûna wê’ hatiye vekirin.

Îdîanameya derbarê siyasetmedarna hatiye amadekirin ji aliyê 2’emîn Dadgeha Ceza ya Rihayê ve hate erêkirin.

Li gorî îdîanameya pêşkêşî dadgehê hatiye kirin, polîsên Tirk bi hinceta dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî azadî’ çalakî rawestandine.

Back to top button