Bahoza tozê roj li Çînê tarî kir

Li Çînê di nava pazdeh rojên dawiyê de, du caran bahoza tozê rabû.
Ev yek jî bû sedema ku roj li paytext Pekîn şîn û ezmanên wê jî zer xuya bike.

Li gorî nûçeya The Guardianê, welatiyên li paytext Pekînê roja yekşemê dema ji xew şiyar bûn, rastî dimeneke balkêş hatin.

Toza ku bajar dil girtî, mesafeya dîtinê jî asteng dikir.

Bahoza tozê ya rabûyî ji ber zuhabûna li Moxalistan û bakur û rojavayê welat hat.

Qirêjiya hewayê gihişt asta herî jor.

Toza heyî rengê rojê guhert û êdî şîn dihat dîtin.

Şînahiya ezman jî cihê xwe ji rengê zer yê tozê re hişt.

Back to top button