Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî malan talan dikin û dişewitînin

çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker piştî malên sivîlên Kurd ên li gundê Yabîse dizîn, vegerandina nuqteyên leşkerî.

Li gorî ajansa ANHA’ê, Malên li gundê Yabîse yê girêdayî kantona Girê Spî piştî ku hatin dizîn, hatine şewitandin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker alên xwe li ser malên dîtir hildane û vegerandine baregehên leşkerî.

Her wiha zêdetirî hezar û 500 şênî ji gund hatine koçberkirin, mal û milkên wan hatine desteserkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gund kiriye nûqteyên leşkerî.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrişa 9’ê Cotmeha 2019’an bajarê Girê Spî dagir kir.

Back to top button