Jinên siyasetmedar: Divê saziyê hiqûqî bikevin tevgerê

​​​​​​Jinên siyasetmedar ên Bakur û Rojhilatê Sûrî darizandina Çîçek Kobanê red kir û xwestin ev sûcê derqanûnî bê betalkirin. Jinên siyasetmedar bang li saziyên hiqûqî yên herêmê kir ku helwesta xwe li hemberî darizandina Çîçek Kobanê ya li Tirkiyê nîşan bidin.

Dagirkeriya Tirk her û her di binpêkirina qanûnên navnetewî de berdewam û her sûcên wê li ser hev kom dibin.

Hema yek ji van sûcên, darizandina Çîçek Kobanê ye ku di ber axa xwe de parastin dikir, çeteyên Tirkiyê ew dîl girt û revandin Tirkiyê.

Herî dawî jî desthilatdariya dagirker cezayê giran ê heta hetayê lê birî.

Rojane bertekê derdikevin, lê weke her car deng ji ti aliyê ku navê parêzvanên mirovahiyê bi dû xwe xistine, nayê.

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Bêrîvan Hesen da xuyakirin ku Çîçek Kobanê xwedî nasnameya Sûrî ye û li ser axa Sûriyê ji bo parastina gel û axa xwe şer dikir.

Bêrîvan bang li saziyên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku helwesta xwe li hemberî darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê nîşan bidin.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gulistan Etê jî anî ziman ku darizandina Çîçek Kobanê nayê qebûlkirin û li dijî qanûnên navnetewî ye.

Gulistan diyar kir mafê dewleta Tirk a dagirker tune ye ku welatiyên Sûrî darizîne û bang li rêxistinên mirovî kir ku dest lê werdin û ev cezayê dermirovî betal bikin.

Back to top button