Girtiyên li Girtîgeha Rihayê bi nameyekê diyar kir ku hevalên wan ên dikevin greva birçîbûnê bi rengekî kêfî tên cezakirin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Rihayê têkildarî zext û zordariya li wan tê kirin, nameyek ji radyoya Dengê Welat re şand û anî ziman ku li dijî wan, rêbazên dermirovî tê bikaranîn, her wiha derheqê wan de lêpirsînan vedikin û ceza dibirin.
Girtiyan da zanîn ku bi taybet girtiyên dikevin greva birçîbûnê zext li hemberî wan zêde ne û bi rengekî kêfî tên cezakirin û nahêlin bi zimanê Kurdî jî biaxivin.
Her wiha hat diyarkirin ku girtiyên diçin nexweşxaneyê jî bi mehan di bin çavdêriya tendurstiyê de tên hiştin.