Hêzên Şamê 8 deverên Idilbê bombebaran kirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku duh dîsa Hêzên Hikûmeta Şamê 8 bajar û gundê başûrê Idilbê yên herêmên qaşo bêçek bembebaran kirin.

Hêzên Şamê deverên Sifohin, Kenserfa, Fitêra û 5 deverên din ên li başûr- rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Li eniyên Sehil El- Xab a Hemayê jî, şerek bi çekên giran, di navbera hikumet û çeteyan de derket.

Dewleta Tirk 20 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin

Heman çavkaniyê her wiha derbasbûna maşîneyên dewleta Tirk bo Idlibê jî belge kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, Tirkiye 20 maşîneyên ku bi alavên leşkerî û lojîstîk barkirî, di dergeha Kefir Losîn a bakurê Idlibê re, derbasî Idlibê kirin.

Bi hatina vê karwanê re, ji par û heta niha derbasbûna 8 hezar û 465 maşîne, tevî hebûna 10 hezar leşkerên Tirk hatine belgekirin.

Back to top button