John Godfrey: Amerîka bang li hevalbendan dike ku çareyekê bo Kampa Holê bibînin

Koalîsyona Navdewletî bang li hevalbendên xwe yên Ewropayî kir ku çareyekê ji aloziya kampa Holê re bibînin.

Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Navdewletî John Godfrey da xuyakirin ku Amerîka bang li hevalbendên xwe yên Ewropayî dike ku çareyekê bo aloziya kampa Holê bibînin û niştecihên wê yên biyanî ji nû ve perwerde bikin.

John Godfrey da zanîn ku li kampa Holê dora 2 hezar çeteyên biyanî li gel QSD’ê girtî ne û jimara malbatên wan, zêdeyî 10 hezar kesî ye.

Godfrey destnîşan kir ku hebûna bi hezaran zarokên DAIŞ’iyan li kampa Holê, ji Waşington û hevalbendên wê re bûye mijareke metirsîdar.

Tê payîn îro, jimareke wezîrên derve yên dewletên li dijî DAIŞ’ê bi amadebûna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîra Derve ya Belçîkayê Sophie Williams, têkildarî domandina têkbirina DAIŞ û xurtkirina ewlehiya herêmê, civîneke online li dar bixin.

Back to top button