Rûsipiyê eşîra El-Hewes: Rûsiya û dewleta Tirk herêmê birçî dikin

Rûspiyê eşîra El-Hewes a li Reqayê Deham El-Şiblî da zanîn ku qutkirina ava Firatê û girtina dergehên di navbera herêmên hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de, plankirî ne û armanca wê jî birçîkirina gel e. 

El-Şiblî diyar kir, Rûsya li herêmê ne garantoreke rastîn e, bi dewleta Tirk re peymanan îmze dike û erdê Sûriyê radestî wê dike.

El-Şiblî, kirinên ku li Serê Kanî, Efrîn û Girê Spî pêk tîne, mînaka vê yekê da..

Rûspiyê eşîra El-Hewes Deham El-Şiblî teqez kir, gel û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî planên her du dewletên navborî yên li dijî herêmê hişyar in û êdî bêhtir piştgiriyê didin QSD’ê.

Back to top button