Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) encamnameya Yekemîn Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan ragihand.
Ev pêşbirk bi mebesta geşepêdayîna asoyên helbesta Kurdî, berfirehkirina qada afirandin û xwedîderketina li tecrûbeyên ciwanên Kurd û bi alîkariya komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê, hatibû lidarxistin.
Duh HRRK’ê encamnameya pêşbirkê eşkere kir:
3 helbest hatin biserketin û xelata yekemîn a helbesta “Bibêjin Wan” ji Dilovan Saroxan re çû..