HDP: Roj roja xwedî derketina li HDP’ê ye

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê, li dijî zext û êrîşên li ser partiyê civîna xwe ya awarte di 28-29’ê Adarê de pêk anî.
HDP’ê encamnemya civînê eşkere kir û diyar kir ewê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û xwe biparêzin.

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya awarte ku di 28-29’ê Adarê de anî bi daxuyaniyekê eşkerekir.

Di encamnameyê de hate diyar kirin ku ewê heta dawiyê HDP’ê biparêzin.

Hate gotin ku di pîrozbahiyên Newrozê de, gel li hemberî vekirina doza girtinê, li partiya xwe û li îradeya xwe ya siyasî bi awayekî xurt û bi dilsozî xwedî derket û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Apo kir.

Hate diyar kirin bi êrişên giran, dixwazin tevgera siyasî ya Kurd ji qada siyaseta demokratîk tesfiye bikin û wiha hat dewam kirin,

“Bi vekirina doza girtinê, dixwazin li aliyekî polîtîkaya înkara Kurdan a dîrokî bidomînin, li aliyê din jî hewldana mayîndekirina faşîzmê temam bikin. Vekirina doza girtinê, parçeyekî dijminahiya Kurdan e. Ji lewra jî ew ne dozeke hiqûqî, dozeke siyasî ye.”

Hate destnîşankirin ku HDP ji mîrateya berxwedan û têkoşînê hêzê digire û bi piştgiriya milyonan li ser piyan e û hat gotin bi vê baweriyê wê ji îro şûnde jî bi bîr û bawerî têkoşîna xwe bidomîne û van lîstokên qirêj pûç bike.

Hate diyar kirin HDP li hemberî vekirina doza girtinê, wê bi hemû hêza xwe, wê bi ruhê berxwedanê û seferberiyê bersivê bide û wê bi ser bikeve.

Di encamnameyê de bang li herkesî hat kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin û wiha hat dawî kirin,

“Roj roja xwedîderketina li HDP’ê û destketiyên me ye; roj roja demokrasî, wekhevî û azadiyê ye. Roj roja parastina nirxên mirovahiyê ye. Ji bo demokrasiyê roj roja têkoşîna hevpar e.
HDP wê têkoşîna xwe bidomîne. Em ê HDP’ê biparêzin û li ser piyan bisekinin.”

Back to top button