Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê li dijî plana dagirkirina Şengalê çalakî pêk hatin

Îro li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê li dijî plana dagirkirina Şengalê û piştgiriya bi berxwedana Civaka Êzidî çalakî pêk hatin. Meclisên kantona Qamişlo gefên li ser Şengalê şermezar kirin û banga xwedî derketina li Êzidîxanê kirin.

Li dijî Gefên dagirkirina Şengalê berxwedana bi civaka Êzidî re dewam dikin.

Bi vê armancê îro li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Şengalê daxuyanî hatin dayîn û bertek hatin nîşandan.

Meclisên Navçeyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs bi daxuyaniyên cuda banga xwedîderketina li Şengalê kirin.

Meclisa Bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarên ku xizmeta berjewendiyên gelan û bi taybet xizmeta berjewendiyên gelê Şengalê nakin, red dikin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin doza gelê Şengalê ji bo ku xwe û rêveberiya xwe ya sivîl biparêzin, da ku fermanên berê dubare nebin.”

Meclisa Tirbespiyê: Em bang li gelê Şengalê dikin ku têkoşîna xwe bidomînin

Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî daxwaz kir ku komployên navneteweyî li dijî civaka Êzidî bên rawestandin û rêz li îradeya gelê Şengalê bê girtin.

Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku têkoşîna xwe bidomînin da ku hevpeymanên ku vîna gelê Şengalê hedef digirin bên rawestandin.

Meclisa Amûdê komployên li dijî Şengalê şermezar kir

Li Amûdê jî Meclîsê derbarê gefên li ser şingalê daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniyê de got: “Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin birayên xwe li Şengalê, da ku tecrubeya xwe biparêzin. Em hemû komployên ku gel û ewlehiya Şengalê hedef digire, şermezar dikin.”

Meclisa Til Hemîs: Em dev ji destkeftiyên xwe bernadin

Di heman çarçoveyê de, li Meclisa Navçeya Til Hemîs daxuyanî hate dayîn..

Meclisa Navçeya Til Hemîs, siyaseta hikumeta Iraqê û hevkarên wê şermezarkirin.

Daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew gef û êrîşên li ser Şengalê qebûl nakin û ewê destkeiyan biparêzin.

Back to top button