Çeteyên DAIŞ’ê bajarê Palma yê Mozanbîk kontrol kir, kolan ji kuştiyan tejî bûye

Çeteyên DAIŞ’ê vê carê li Afrîka komkujiyê dike. Li Mozanbîk ya dikeve başûrê Afrîka çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê Palma kirin û xist bin kontrola xwe.

Bi sedan kes hatine kuştin û kolan ji cenazeyan tejî bûne. Hikumeta Mozanbîkê jî bi rêya hewayî hewil dide gel ji komkujiyê xelas bike.

Mozanbîk, yek ji welatên dikeve başûrê Afrîka ye.

Ev welat niha bi metirsiya herî mezin ya cîhanê DAIŞ’ê re rûbirû maye.

Çeteyên DAIŞ’ê ku çav berdane Mozanbîkê bajarê Palma xistin bin kontrola xwe.

Êrîşên çeteyan ku 24’ê Adarê despê kir, li bajar bû sedema mirina bi sedan kesî.

Kolan ji cenazeyan tejî bûye, tirsa li nava xelkê bajar jî ji her demê zêdetire.

Hikumeta Mozanbîk ji bo têkoşîna li dijî çeteyan jî piştevaniyê ji Şireketa Parastina Tayteb ya Afrîkaya Başûr Fyck digre.

Ji rêveberên şirketê Lionel Dyck ragihand ku kolanên bajar ji cenazeyan tejî bûne û rewş metirsîdare.

Dyck ku ji televsiona SABC ya Afrîkaya Başûr re axivî ev tişt anî ziman:

Heta niha me bi sedan kes bi rêya helîkopteran ji herêmê xelas kirine.

Ji bo xelaskirina jimareke hîn zêdeitr pêwistî bi helîkopterên hîn mezintir heye.

Dyck îşaret bi çekên di destê çeteyan de kir û wiha domand:

Di destê çeteyan de çekên giran hene.

Ev êrîş baş hatiye plankirin û plankirin.

Li bajarê Palma nêzîkî 70 hezar kes heye.

Beşek ji welatiyan berê xwe dan eyaleta Cabo Delgado û beşekê jî xwe gihandin Tanzanya.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Mozanbîkê Omer Saranga di daxuyaniya parvekirî de ragihand ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.

Di nava van kesan de welatiyên ji derve jî hene.

Mozanbîk ya di awliyê gaza xwezayî û çavkaniyên binerdî ev 4 sale di hedefa çeteyan de ye.

Welat li dijî van çeteyan bi alîkariya Rûsya û çekdarên pere yên Başûrê Afrîka diparastin.

Ji ber êrîşa van çeteyan heta niha zêdeyî 2 hezar kes mirine, 1,3 milyon kes jî bi krîza parastinê re rûbirû mane.

Her wiha ji ber heman sedeman heta niha 670 hezar kesî jî dest ji warê xwe berdan û koçber bûne.

Ev çeteyên ku di nava xelkê herêmê de bi navê “Eş Şebab” tê naskirin, weke baskê DAIŞ yê li herêmê tê binavkirin.

Back to top button