Bexda û Waşîngton ji bo diyalogeke stratejîk wê di Nîsanê de bicivin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku gera bê ya diyaloga stratejîk a Iraq-Amerîkayê wê 7’ê Nîsanê li dar bikeve.

Beşa Karûbarên Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê Twitterê got:

DYA wê di çarçoveya peymana staratejîk a sala 2008`an de, 7’ê Nîsanê dan û standinên diyaloga stratejîk bi rêya înternetê bi Iraqê re pêk bîne.

Her wiha diyar kir ku di wê civînê de, mijarên ewlehiyê, têkoşîna li dijî terorê, aborî, enerjî, mijarên siyasî û hevkariya di warên perwerde û çandê de werin nîqaşkirin.

Ev yek piştî ku Iraqê ji bo diyarkirina dema gera nû ya danûstandinên têkiliyên dualî û vekişîna hêzên çekdar ên mayî muzakereyek fermî ji DYA`yê re şand, pêk hat.

3 rayedarên hikumetê gotin muzekere vê mehê radestî balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H.Tueller hatiye kirin û destnîşan kirin welatiyên Iraqê hêvî dikin ku dan û standin di Nîsanê de pêk werin.

Back to top button