Amerîka ji bo diyarkirina cihê kuşerê Herîrî 10 milyon dolar xelat destnîşan kir

DYA ji bo doza serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî, stratejiya xwe ya xelatê xist meryetê. Amerîk ji bo diyarkirina cihê kuşerê Herîrî 10 milyon dolar xelat destnîşan kir.

Wezarta Karên Derve ya Amerîka soza xelat 10 milyon dolar ji bo parvekirina agahiyên derbarê cihê ajanê payebilind yê Hîzbûllahê Selîm Cemîl Eyaş ragihand.

Selîm Cemîl Eyaş xwe berpirsê teqîna di Sibata 2005 an de ragihandibû.

Di teqînê de Serokwerzîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî hatbû kuştin.

Wezaretê da xûyakirin ku Eyaş ajanekî paybilind yê yekîniya 121’an e.

Ev komeke sekvaniyê ya girêdayî Hizbullah e û yekser ji Serokê Hîzbûllaha Libnanê Hesen Nasrallah ferman digirin.

Eyaş bi hewldanên hedefgirtina leşkerên Amrîkî tê naskirin, Sibata 2005’an bi rêya qamyoneke bomberkirî li dijî Serokwezîrê Lûbnanê Refîq Herîrî teqînek pêk anîbû.

Di êrîşê de 21 kes hatbûn kuştin û 226 kes jî birîndar bibûn.

Dadgeha Navnetewî 11 Kanûna 2020’an, cezayê li dijî ajanê Hîzbûllah Selîm Cemîl Eyaş ragihand.

Eyaş bi sûcê pêkanîn û rêvebirina êrîşê û sûcên terorê cezayê heta hetayî lê hat birîn.

NY, Îsraîl, Kenda, Birîtaniya û Yekîtiya Ewropa di nav de, Hîzbûllah ji aliyê zêdetirî 20 welatan ve weke rêxistineke terorîst hatiye diyarkirin.

Back to top button