Pekînê jimara kesên raste rast werin hilbijartin ji sedî daxist 20’an

Hikumta Çînê guherîna di hilbijartina Hong Kongê de pejirand. Jimara kesên ku raste rast ji aliyê hilbijêran ve werin diyarkirin ji 35’an daxist 20’an.

Kongreya Gel a Netewî ya Çînê ku xwedî danîna mercên qanûnê ye, ji bo herêma Hong Kong ya nîv serbixweye, biryara guhertina sîstema hilbijartinê erêkir.

Di çarçoveya guherîna sîstema hilbijartinê ya Hong Kongê ku pêk hat de, pêwiste hilbijartinek pêk were.

Li gorî sîstema nû, ji bo namzetekê tişta pêwist divê despêkê di komîteyekê de erêbûnê bigre.

Komîteya Parastina Netewî û Polîsên Parastina Netewî ji bo her endamekê wê raporeke berfireh amade bike.

Kursiyên Mercên qanûndanîna (parlamento) Hong Kongê ji 70’ê wê bigihêje 90’î.

Ji 90 kursiyan jî wê 20 raste rast werin hilbijartin.

40 kursiyên ku rêjeya giştî li nava xwe digre wê ji aliyê Pekînê ve werin diyarkirin.

30 kesên ku mayîn jî wê ji aliyê komên cuda yên rêxistinên herîmî ve werin destnîşankirin.

Beriya niha jimara kursiyên ku raste rast dihatin hilbijartin 35 bû.

Ev guherîna qala wê tê kirin di Komîteya Gel a Netewî de bi 167 dengan hate erêkirin.

Di civînê de qet dengê dijber derneket.

Back to top button