Wezîrê Karê Derve yê Brezîlya Araujo Îstifakir

Li Brezîlya krîza Vîrûsa Corona hikumeta welat ji hev xistiye. Herî dawî Wzîrê Karê Derve yê muhafezekar Ernesto Araujo bi hinceta gelek dîplomat û parlamenteran ew bi bênirxkirina rûmeta netewî tewambar kirine îstifa kir.

Li gorî nûçeya The Guardina, Wezîrê Karê Derve Ernesto Araujo yê “di dîroka welat de serdema dîplomatê herî xerab” tê tawambarkirin îstifa kir.

Ernesto Araujo bi bêrûmetkirina welat ya diqada naventewî de tê tewambarkirin û sedema vê yekê jî di dema ku dikarî li dijî Vîrûsa Corona derziyên pêwist ji Çînê bigre, têkliyên bi Pekînê re qutkir.

Welatiyên Brazîlî jî vê yekê bi avêtina jiyana wan ya dixeteriyê de pênase dikin.

Ernesto Araujo bi axaftinên xwe yên tund li dijî Çînê û pesindayîna Serokê berê yê DYA Donald Trump dihat naskirin.

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Brezîlya Ceslo Amorin, Araujo weke “li Brazîlya wezîrê karê derve yê herî nebaş” binav kiribû.

Di vê navberê de, Serokê Brazîlya Jair Bolsonaro jî bi rêya peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê îstifaya 6 wezîrên xwe pejirand û li cihê wê jî wezîrên nû diyar kir.

Ji bo cihê wezîrê Karê derve Carlos Alberto Franco hate diyarkirin.

Doh Wezîrê Parastinê Fernando Azevedo e Silva jî îstifaya xwe ragihandibû.

Back to top button