Navanlny: Dibe ku min bixin nava şerêtên tecrîdê

Serokê Mixalîfên Rûsî Aleksey Navalny yê girtî ragihand ku li dijî wî çend biyarên şermezarkirinê hatine dayîn û got, Di be min bêxin nava tecrîdeke ku şertên îşkenceyê li nava xwe digre.

Aleksey Navalny diyar kir ku di nava 2 hefteyên dawiyê de li dijî wî 6 caran bi awayekî fermî hatiye şermezarkirin.

Heta niha bi gitşî ev yek 20 caran pêk hatiye.

Hinek ji van jî bi hinceta beriya dema jixew şiyarbûnê bi 10 deqeyan û di hevdîtina bi parêzeran re tîşort li xwe kiriye pêk tê.

Navalny dazanîn ku dibe bi şertên nêzî êşkenceyê di nava tecrîdê de were girtin.

Parêzerên Navalyn, ev şermezarkirina li dijî muwekîlê wan jî weke nîşaneyeke ku êdî negengaze Navalny were berdan pênase dikin.

Serokê Mixalîfên Rûsî Aleksey Navalny piştî tedawiya xwe ya li Almanya ku ji ber jehirdanê qedand vegeriyabû welat.

Navalny yê li balefirgeha Moskova hate girtin hişt ku bi hezaran alîgirên wî dakevin qadan.

Tê gotin, mixalîf ji bo Navalny di nava demên pêş de careke din dest bi xwepêşandanên berfihre bikin.

Doza Navalny bû sedema ku di navbera YE, DYA û Rûsyayê de aloziyên heyî zêdetir bibe.

Back to top button