Li bajarê Ûrtrech ê Hollandayê êrîşek pêkhat.
Di êrîşê de 3 kes hatibûn qetilkirin û gelek jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê polîs li gomanbareke ku eslê xwe tirke digerin.
Piştî êrîşê polîsan wêneyê kesekê gomanbar weşandin.
Gomanbar kesekê binavê Gokmen Taniş ê 37 salî ye ku eslê xwe tirke.
Ji bo girtina êrîşkar jimareyek taybet hate diyarkirin.
Polîsan ragihand ku li gelek deverên bajar dengê çekan hatiye û wan jî tedbîrên zêde girtine.
Li cihên balefirxane û avahiyên bingehên gelek dewriyên polîsan hatine bicihkirin.
Her wiha rayedaran pêşniyar kirin ku bila dibistan werin girtin.
Balkêşe ku ev êrîş piştî serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan di mitîngên xwe yên hilbijartinê de zêde zêde dimenê êrîşa li New Zelenda diweşand pêk hat.
Li ser van dîmenan jî muxalefeta tirkiyê Erdogan rexne dikir û gotin, ev yek hêzê dide van kesan.