Kongra Star li navçeyên kantona Qamişlo rêzesemîner lidarxist

Bi boneya rojbûna rêber Apo Kongreya Star li navçeyên kantona Qamişlo rêzesemîner lidarxistin.
Li navçeya Til Temirê û bajarê Helebê jî ji bo zarokan şahî hatin lidarxistin.

Ji bo rojbûna Rêber Apo tenê 5 roj mane.. Xelkê herêmê ji niha ve ketine nava tevgera pîrozkirina wê rojê..

Di vê çarçoveyê de Kongreya Star li bajarê Dêrikê semînerek li naveda Dicle ya Çand û Hunerê hat lidarxistin..

Endama Navenda Jineolojî ya navçeya Dêrikê Gulistan Osman axivî rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd pîroz kir..

Ji bo şêniyên navçeya Çilaxa jî semînerek hat lidarxistin û têde bi dehan ji şêniyên navçeyê hazir bûn..

Semîner ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a navçeya Çilaxa Emanî Hesen ve hate dayîn.

Emanî diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî ramanên rêber Apo ji xwe re bingeh dibînin.

Di semînerê de, sînevîzyonek derbarê jiyana rêber Apo de hat pêşandan.

beta senevizyonê bidin

Li bajarokê Rimêlanê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan semînerek hate dayîn.

Di semînerê de endama Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Fatima Ehmed axivî û got,

“Rêber Apo bi berxwedan û têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û mirovahiyê dîrokek ji mirovahiyê re ava kir.

Kongreya Star li kampa Waşûkanî jî semîner organize kir û bi dehan koçberên li kampê û endamên saziyên sivîl beşdar bûn..

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Amûna Hemo axivî, rojbûna rêber Apo li têkoşeran û malbatên şehîdan pîroz kir.

Li Til Temirê ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin

Bi heman armancê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin.

Li Helebê ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin

Li Helebê jî, Şahiyek li pêşiya navenda komîteya Civaka demokratîk a li Taxa Şêxmeqsud a Helebê hat li dar xistin.

Di şahiyê de koma zarokên kulîlkên Efrînê ya çand û hunerê û şagirtên dibistan şehîd Qehreman stran gotin.

Back to top button