Li Yemenê, di encama bombebarana bi mûşekên balîstî yên Hûsiyan de, kuştiyek û 6 birîndar çêbûn.
Çavkaniyên Tenduristiyê ragihand ku komên Hûsiyan bi mûşekên balîstî, taxeke sivîlan li bakurê Me’ribê ya li rojhilatê Yemenê, bombebaran kir.
Di encamê de, kuştiyek û jê zarokek, 6 kes birîndar bûn.
Her wekî gelek zirar gihaştin mal û melkên şêniyan.
Hat ragihandin jî, ku ji duh ve Hûsî kampên koçberan ên li Me’ribê topbaran dike.