Li Efrînê..44 sivîl di meha Adarê de hatin revandin

Weke her, meh bêyî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan sûcan pêk bîne, derbas nabe.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî revandina 44 sivîlan li Efrîna dagirkerî belge kir.

Meha Adarê dagirkeriya Tirk dîsa revandina şêniyên Efrînê da ber çavê xwe û 44 sivîl di nava wan de jin jî hebûn, revandin.

Ev bîlanço ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ve hat belgekirin.

Li Efrîn û herêmên din ên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, asta sûc û hovîtiya dewleta Tirk pir zêde ye.

Li gorî belgeyên navnedê, ji derstpêka 2021’an ve 201 sivîl hatin revandin, lê teqez kir ku jimar rastîn hîn ji vê zêdetir e..

Her wiha ji dema dagirkirina Efrîn û herêmên din, 7 hezar û 825 kes hatine revandin, hezar û 120 kes êşkence li wan hatiye kirin û ji wan 145 kes hatine kuştin û di teqîn û êrîşan de jî 2 hezar û 390 kes jî jiyana xwe ji dest daye..

Li kêleka revandinê, bi awayekî sîstematîk rojane dîzî, talanî, desteserkirina malên şêniyan, hilçinîna berhemên werzê zeytûnan û birîna daran tên kirin…

Duh ji jineke 80 salî bi tenê, 2 hezar darên zeytûnê hatin dizîn û desteserkirin..

Li hemberî van sûcên dagirkeriya Tirk jî, ti helwesteke berbiçav ji bo bidawîkirina vê dagirkeriyê ji aliyê civaka navnetewî nehatiye kirin, tenê di çarçoveya daxuyaniyên vala de hatiye hêlan û sivîl berdêla vê bêdengiyê didin..

Back to top button