Koç Ebdullah: Divê Tirkiyê li gorî qanûn û destûra bingehîn tev bigere

Parlamenterê HDP’ê Ebdullah Koç diyar kir ku bi tecrîda li Îmraliyê, destûra bingehîn tê binpêkirin û bang li hikumeta AKP-MHP’ê kir ku li gorî qanûn û destûra bingehîn tev bigere. Koç anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê pêşî li aştiyek gengaz li Tirkiyê digire.

Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebdullah Koç têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa nûçeyan ANF’ê re axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî ye, binpêkirina destûra bingehîn e û li cîhanê mînakeke wê nîne.

Koç got:

“Kesê hikum xwariye, xwedî mafê axaftina bi telefonê, mafê hevdîtina rû bi rû ya bi malbatê û her wiha xwedî mafê hevdîtina bi parêzeran re ye.

Ev qanûn ji bo tevahiya dewletê, endmaên rêveberiyê û her kesî derbas dibe û divê bi rengekî wekhev ji bo her kesî bê bicihanîn.”

Koç Ebdullah: Hêza hikumetê ya çareserkirina pirsgirêkan nemaye

Parlamenter Koç anî ziman ku ev pîvan û qanûn, li Îmraliyê bi rengekî taybet hatiye betalkirin, ti aliyekî vê yê hiqûqî nemaye û ji hikumeta AKP-MHP’ê re got;

“Li gorî destûra bingehîn û qanûnan tev bigere! Destûra axaftina bi telefonê ya ji bo 3-4 deqeyan û birîna vê telefonê, bêhiqûqiyeke din e.

Ev yek tê wateya astengkirina lihevkirin û aştiyeke gengaz a gelên Tirkiyê.”

Li girtîgehan zêdeyî 120 roj in greva birçîbûnê berdewam dike, daxwazên wan jî bidawîkirina tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan in, lewma Koç dibîne ku hêza hikumeta heyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê nemaye.

Back to top button