Li Miyanmarê ..Gel êdî bi gemarê hêrsa xwe tînin zimên

Li Miyanmara darbekirî, xwepêşandanên gel hê li dar in. Piştî ragihandina xwepêşanderan bo “greva gemarê”, li kolanan rê ji ber kombûna gemarê hatine girtin.

Xwepêşanderan li Yangûnê jî bang li xelkê kir ku gemarê biavêjin kolanên sereke yên bajêr û grevê bidomînin.

Li borî agahiyan, hêzên ewlehiyê li bajarokê  Kaothong û Myitkina ya bakurî 2 kes kuştin.

Ji 1 Sibatê ve, 521 sivîl di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Piştî zêdebûna jimara kuştiyan, Amerîkayê ji bo saxlemiyê, ferman daye karmend û dîplomatên xwe ku ji Miyanmarê vekişin.

Back to top button