QSD: 94 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê 24 dawî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê bi dehan çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê 24 dawî eşkere kir û ev agahî parve kirin.

Şervanên QSD’ê êrîşên berfieh birin ser nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê..

Li aliyekî operasyonê, 4 êrîşkarên xwekuji û li aliyekî din jî, 3 jinên xwekuj xwe teqandin.

Di encamê de zirar di nava refên şervanan de çêbûn.

Navendê destnîşan kir ku, şervanên QSD’ê ji ber mayin û tunelên çeteyan bi baldarî bi pêş dikevin.

Şervanan di pêşketina xwe de ya li sê baksan, 61 nuqteyên parastinê ava kirin.

Balafirên Koalîsyonê nuqteyên çeteyan bombe kirin.

Navenda Ragohandina QSD’ê têkildarî encamên giştî ev agahî dan.

94 çete ji wan 3 xwekuj ên jin hatin kuştin.

Depoyeke cebilxaneyê hat rûxandin.

Navendê ragihand ku, 5 şervan birnîdar û 2 şervanan jî heta dawiyê şer kirin û şehîd bûn.

Her wiha Nevendê doh ragihand ku, 29 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 4 ji wan serçete bûn.

Leave a Reply

Back to top button