Li kampa Holê 2 serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de, ku di roja 4. de dewam e, hejmarek serçeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û hin alavên leşkerî hatin dîtin. 

Tîmekê Yekîneyên Antî Teror (YAT) şevê din 2 operasyonên cuda li beşa 5. a kampa Holê pêk anîn û heta 2 saetan dirêj kir.

Operasyona yekemîn li dijî serçeteyê şaneyeke leşkerî ya DAIŞ’ê pêk hat û ya din li dijî serçeteyê şaneya ewlehiyê bû.

Operasyon bi alîkariya balafirên bêmirov çêbû, ji ber ku kesên hatibûn hedefgirtin, ji nuqteyekê ber bi nuqteyên din ve direviyan.

Di encama her du operasyonan de, her du serçete hatin girtin.

Îro jî di nava kampê de hin alavên mîna pergala teqemeniya mayînan, cil û berg û çenteyên leşkerî ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin dîtin.

Back to top button