Rêveberiya Xweser û PYD cejna Ekîto pîroz kir

Bi boneya nêzîkbûna Sersala Asûr û Suryanan Ekîto, Rêveberiya Xweser û PYD’ê ev cejin pîroz kir û hêviya aştî xêrxwaziyê kirin.

Rêvberiya Xweser bi peyamenkê teqez kir ku pêkhateyên herêmê bi rengerengiya xwe jiyaneke hebeş bi cejin, çand û kevneşopiyan dijîn.

Rêveberiyê cejn li gelê Asûr û Suryanî pîroz kir û sibe Pêncşemê girtina hemû saziyên herêmê weke betlane ragihand.

PYD’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku gelê Asûr û Suryanî rastî gelek planên tunekirin û çewsandinê hatine.

PYD bi bîr xist jî ku ev gel cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girt û gelek şehîd jî daye.

Back to top button