Beşar El-Esed rewşa aborî ya li welêt bi kabîneya hikûmetê re nîqaş kir

Îro serokomarê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed civîneke meclisa wezîran bi rê ve bir. Mijara sereke ya civînê rewşa aborî ya li welêt bû û dîtina çareseriyê ji bo pirsgirêkên ku li pêşiya şêniyan derdikevin.

Beşar El-Esed bal kişand ser bilindbûa nirxê dolarê li hember pereyên Sûrî û got ku ev şerekî derûnî ye û gelek alî sûdê jê digirin û ev şer li derve tê birêvebirin.

Derbarê keysbaziya bazirganan jî, El-Esed bang kir ku divê bi awayekî lezgîn li dijî vê tiştê bê sekinandin.

Serokomarê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed diyar kir ku wek riyekê ji bo derbasbûna ji rewşa aloz ya boriyê divê berhemên xwemalî zêde bibin.

Parlamana hikûmeta Şamê projeqanûnek derbarê fiotina xaniyan de derxist

Li aliyê din jî, parlamana hikûmeta Şamê projeqanûnek derbarê fiotina xaniyan de derxist.

Li gorî projeqanûnê wê jinûve nirxên xaniyan were diyarkirin û wê bace ji kesên ku xaniyan dikirin were standin.

Li gorî çavdêran jî, ev projeqanûn wê bihêle nirxên xaniyan û kiriyên wan bilintir bibin.

Back to top button