Xwendekarên zanîngeha Kobanê pêngava paqijiyê destpêkirin

Bi armanca pêşxistina çanda paqijiyê, Îro xwendekarên zanîngeha Kobanê pêngaveke paqijiyê di nav kolanên bajêr despêkir.

Pêngava paqijiyê di bin navê ” Paqijî Şaristanî û Çand e” hat destpêkirin.

Xwendekarên zanîngeha Kobanê diyar kir ku ji bo xemilandina bajarê xwe ew bi vê pêngavê rabûn.

Xwendekaran diyar kirin ku ji ber xwendekar pêşengê civakê ne, erkê sereke yê pêşxistina çand paqiyjiyê li ser milê wan e.

Xwendekaran derbarê girîngiya paqijiyê belavok li şêniyan belav kirin.

Back to top button