Iraq: Me ji bo vegera penaberên xwe yên li kampa Holê xebatek mezin kiriye

Hikumeta Iraqê jî ragihand ku ew ji bo vegera penaberan Iraqî yên li kampa Holê dixebitin..

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên li civîna Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, derbarê rewşa aloz a li Kampa Holê axivî û daxwaza çareserkirina rewşa mirovî ya malbatên di nava Kampê de kir.

Hisên diyar kir ku hikumeta Iraqê ji bo vegera penaberan a bi daxwaza wan, xebatek mezin kiriye.

Wezîrê Iraqî anî ziman ku divê rê neyê dayîn fikrê çeteyan di nav kampê de belav bibe.

Her wiha bal kişand ser rewşa li Suriyê bi giştî û xwest ji bo aloziya wê ku bandorê li Iraqê jî dike, çareseriyek siyasî were dîtin.

Back to top button