KJK: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê 4’ê Nîsanê bikin roja xurtkirina têkoşînê

Koordînasyona KJK’ê rojbûna Rêberê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê pîroz kir û teqez kir her roja dîlgirtinê tê wateya giranbûna şer, komkujî, kaos û neçareseriyê.” KJK’ê destnîşan kir ku ew ê 4’ê Nîsanê ji her demê zêdetir, bikin roja xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêber Apo. 

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşdan û destnîşan kir ku her roja dîlgirtina Rêbertî ji azadiya jin û gelan diçe.

KJK’ê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û anî ziman ku jin û gelê Kurd 4’ê Nîsanê weka rojbûna xwe dibînin.

KJK’ê diyar kir ku êdî dema azadiyê ye, divê jin rêberê gelan û mirovahiyê di nava tecrîd û şert û mercên dîlgirtinê de nehêlin û got:

“Her roja dîlgirtinê tê wateya giranbûna şer, komkujî, kaos û neçareseriyê.

Her roja dîlgirtin û tecrîdê tê wateya sazî û bicihbûna faşîzmê li Tirkiyê.

Lewma pêngav û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ne tenê karê gelê Kurd e, karê bingehîn ê hêzên demokratîk û dijberên faşîzmê ye.”

Koordînasyona KJK’ê teqez kir ku ew ê 4’ê Nîsanê ji her demê zêdetir bikin roja xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêber Apo û bang li jin, ciwan û gelan kir ku bêrawestan têkoşîna xwe bikin.

KJK’ê bi gotina; em dibêjin ku dê sala 2021ê bikin sala azadiya Rêber Apo, bi vê bîr û baweriyê em azadiya fîzîkî ya Rêbertî weke bingeha kar û têkoşîna xwe dibînin” dawî li daxuyaniya xwe anî.

Back to top button