18 welatên Ewropî: Sûcên şer ên Esed bê ceza derbas nabin

18 welatên Ewropî soz da ku DAIŞ û rejîma Sûrî, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê ku li Sûriyê kirine, ji cezakirininê nefilitin. Wezîrê Derve yê Almanyayê jî teqez kir ku Almanya êdî wê çavên xwe ji sûcên rejîma Sûrî negire û destnîşan kir ku dadmenî, ji bo jinûveavakirina Sûriyê, pêwîstiyek e.

Wezîrên Derve yên 18 welatên Ewropî, soz da ku DAIŞ û rejîma Sûrî, ji ber sûcên ku kirine yên wekî êrîşên bi çekên kîmyewî, revandin û wendakirinan, ji cezayan nefilitin.

21 Tebaxa 2013 rejîma Beşar Esed bi çekên kîmawî girt ser Xûtaya Rojhilatî ya Şamê û bi sedan sivîl fetisand û kirin qurban.

Her wiha di Nîsana 2017an bi heman çekan êrîşî Xan Şîxûna Idlibê kir.

Daxuyaniya van 18 welatan li ser malpera Wezareta Derve ya Fransayê û rojnameya De Welt a Almanî hat belavkirin, tê de hat teqezkirin ku sûcdarên şerê li Sûriyê ji cezayan nafilitin.

Wezîrên Derve yên van welatan bang kir ku rê ji bo Dadgeha Navdewletî bê dayîn ku lêpirsînê derbarê sûcên li Sûriyê bûne, bike û sûcdaran darizîne.

Maas: Almanya li beramberî sûcên rejîma Sûrî bêdeng namîne

Li ser vê yekê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji rojnameya De Welt re axivî û teqez kir ku Almanya li beramber sûcên li dijî mirovahiyê yên bêjimar li Sûriyê, ku rejîma Esed û hevalbendên xwe berpirsyarên wan ên sereke ne, bêdeng namîne.

Maas diyar kir, piştî 10 sal di ser şerê li Sûriyê re derbas bûn, divê çav ji sûcên rejîmê neyên girtin û destnîşan kir ku dadmendî, ji bo jinûveavakirina Sûriyeyeke aram, pêwîstiyeke bingehîn e.

Wezîrê Alman da zanîn, ku bikaranîna çekên kîmyewî, gefeke tirsnak li aştî û ewlekariya cîhanî dixwe û destnîşan kir ku armanc ji belgekirina sûcên li Sûriyê, gihandina wan bo Dadgeha Navdewletî û Konseya Ewlekariyê ye.

Ev demek e, gelek aliyên navdewletî yên pêwendîdar sûcên rejîma Esed bi belge rêz dikin û banga darizandina wê dikin, lê di her halî de, civaka navdewletî rûniştiye.

Her dawî jî 900 hezar belge ji nava Sûriyê gihîştin destê Komîteya Dad û Lêpirsînê ya Navdewletî ku navê Beşar Esed li ser piraniya wan e û fermana girtin û kuştina xelkê dide.

Back to top button