Li Serê Kaniyê ya Rihayê leşkerên Tirk pezê gundiyan desteser kir

Ne tenê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî, diyar e dizîn li gel wan çandek e û ji xwe re kirine karekî sereke.. Dîmenê ku niha em bi we re bi par ve bikin, ê diziya leşkerên Tirk e ku pezên gundiyên Serê Kaniyê ya Rihayê didizin.

Weke hûn bixwe niha dibînin, çawa û bi darê zorê, pezê gundiyan ji wan tên standin.

Ev dizî li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê çêbû.

Dema kesekî li çêrgeheke nêzî qada çandiniyê ya Birêveberiya Giştî ya Karên Çandiniyê pezê xwe çêrand, leşkerên li ber birêveberiyê, dest danîn ser pezê wî.

Dîmen li ser medyayê hat weşandin û tê de xuya dibe kesek hewl dide pêşî li vê desteserkirinê bigire, lê belê rê li ber tê girtin û bi tundî bi paş de tê vegerandin.

Van leşkeran gelek caran dest danîne ser pezê gundiyan û bi neheqî rizqê wan dizîne.

Back to top button