
Meclisa Leşkerî ya Suryanî Cejna Ekîto li hemû gel û şervanan pîroz kir û anî ziman ku Ekîto sembola jiyana azad û nûkirinê ye.
Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Suryanî de hate diyarkirin ku “Cejna Ekîto îsal bi xwe re serkeftinên dîrokî anîn û got:
“Cejna Ekîto nîşaneyên çandî û dîrokî temsîl dike û bi xwe re nîşaneyên xêrê ji bo xweza û jiyanê tîne.
Ekîto her tim sembola jiyan û nûkirinê ye.”
Meclisa Leşkerî cejn li gelê Suryan-Asûr-Keldan, hemû gelên herêmê û şervanan pîroz kir û hêviya saleke tijî hezkirin, aştî û serfiraziyê kir.