Newroz Ehmed: Ev sûceke ne li dijî Çîçeke tenê ye, li dijî têkoşîna azadiya hemû jinan e

Fermandara Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî darizandina bêhûqûqî ya Çîçek Kobanê dibêje “Darizandina Çîçek ne darizandina kesayetekê ye, lê belê darizandina têkoşîna azadiya hemû jinan e.”

Dewleta Tirk piştî girtina Çîçek Kobanê bi 2 salan û darizandina 6 caran li dirêjahiya van her du salan, cezayê heta bi hetayê yên girankirî li Çîçek birî.

Li dijî vê biryarê, Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed nirxandin kir.

Newroz Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk bi bêhiqûqtiyê tê naskirin, lewra di binpêkirina mafê mirovan de jî di asta yekemîn de ye.

Newroz birîna cezayê heta bi hetayî yê li Çîçek hatiye birîn, bi binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî bi nav kir û anî ziman ku darizandina Çîçek Kobanê ne darizandina kesayetekê, belê darizandina têkoşîna azadiya hemû jinan e.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê piştrast kir ku ev darizandin ne qanûnî ye, lewra têkoşîna wan li her derê wê dewam bike.

Back to top button