Navalny dest bi greva birçîbûnê kir

Rikeberê Rûsî Alexey Navalny duh li dijî biryara zindankirinê, dest bi greva birçîbûnê kir.

Navalny li ser hesabê xwe yê Instagramê got:

“Min dest bi greva birçîbûnê kiriye, da rêzê ji zagonê re bigirin û bihêlin bijîşkekî ji derve serdana min bike.”

Navalny da zanîn ku pişt û lingê wî pir diêşin û anî ziman ku ew li şûna dermankirinê, tê êşkencekirin.

Alexey Navalny rikberekî navdar ê Rûsyayê ye û 17 Çileya îsal hat girtin.

Back to top button