Erdogan careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar

Dewleta Tirk a dagirker, careke din gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

Meclisa Ewlekariya Niştimanî ya Tirk duh bi serokatiya Erdogan li Enqereyê civiya û di dawiya civînê de daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de idia kir ku Tirkiye destekê dide gihîştina çareseriyeke mayînde, di çarçoveya yekîtiya xaka Sûriyê de.

Di civînê de, bi behaneya ku ew ê şerê li dijî DAIŞ û YPG dewam bikin jî, careke din dewleta Tirk planên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê eşkere kir û hebûna xwe li Sûriyê misoger kir.

Meclisê her wekî pêşketinên dawîn li Idlibê jî nirxandin.

Back to top button