Hikûmeta veguhêz 120 dîlên artêşa Lîbî li bajarê Zawiya serbest kirin

Di çarçoveya lihevhatina nîştimanî û dadmendiyê de, hikûmeta Lîbî ya demkî 120 dîlên artêşa Nîştimanî ji zindanên bajarê Zawiya serbest kirin.

Serbestkirina dîlan, bi amadebûna serokê meclisa bilind a dewletê Xalid El-Mişerî û hin rayedarên hikûmeta veguhêz pêk hat.

Serokê hikûmetê Ebdulhemîd El-Debîbe li ser vê yekê anî ziman ku pêşeroj û pêşketina Lîbyayê, bi çareserkirina pirsgirêk û qemûşkirina birînan ve girêdayî ye û got; berdana van dîlan, geşedaneke erênî ye.

Her 120 endamên serbestkirî, girêdayî tabûra piyade ya 107’an a artêşa Lîbî ya Nîştimanî bûn ku berî 2 salan li Terablusê ji hêla hikûmeta Wîfaqê ve hatibûn dîlkirin.

Back to top button