Kampa Holê..çete Sedam Hisên li kuştin û derbaskirina çekan mikur hat

Çeteyekî DAIŞ’ê ku di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de hatiye girtin, li 3 sûcên kuştinê mikur hat. Çete Sedam Hisên Hemed anî ziman ku her kesê li dijî fikira DAIŞ’ê ya tundrew derdiket, dikuştin û çek jî bi rêya sîtêrên avê digihaştin wan.

Şaneya ku berpirsyartiya kuştina benaper û koçeberê Kampa Holê dikir, niha di destê hêzên Asayîşê de ye..

Hêzên Asayîşê bi operesyona “Mirovî û Ewlehiyê” lez daye girtina van çeteyan û heya niha zêdeyî 70 çeteyî girtine.

Yê li pişt sûcên kuştin û derbaskirina çekan bû, çeteyê bi navê “Sedam Hisên Hemed” bi navê Ebû Mihemed El-Iraqî tê naskirin û ji parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye.

Ev çete di nava şaneya bi navê Ebû Ekrem de çavkaniya agahiyan bû, di navbera endamên şaneyê de yên li hundirê kampê çek û madeyên teqemeniyê vediguhast û sûcên kuştinê pêk tanî.

Ajansa nûçeyan ANHA’yê mikurhatinên vî çeteyî bi par ve kir.

Çete Sedam Hisên Hemed mikur hat ku şaneya wî ya 6 kesan pêk dihat 3 sûcên kuştinê li kampê kirin.

Heta gefa kuştinê li gelek kesên din ên ku bi Rêveberiya Sivîl û hêzên Asayîşa kampê re dixebitîn, xwarine.‎

Misab Yusiv kuştin.

‎Ehmed El-Casim jî, her wiha kesê bi navê Ebû Xidêr jî kuştin.

Çete Sedam Hemed anî ziman ku wan agahî ji derveyî kampê ji çete El-Cerah digirtin û çek bi rêya sehrîcan derbasî Kampê dihat kirin.

“Min ji ajokarê sehrîca Erkan Nofel Ilêwan çek wergirtin, ‎ji wan demançeya 9 m, demançeya clock a Amerîkî.

Cercûrên van çekan û alavên bêdengkirinê jî min bi rêya jinan ji Ebû Ekrem re dişandin”.

Tê zanîn ku Erkan Nofel Ilêwan welatiyekî Iraqî ye û 23’yê Çileya 2021’an ji hêla niştecihê li beşa 3 ve hate kuştin.

Çete Ebû Mihemed destnîşan kir ku her kesê karê xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re berdide û têkiliyan ji derveyî DAIŞ’ê datîne, tê kuştin.

Kampa Holê 60 hezar kesî dihewîne, ji destpêka 2021’an ve, 42 bûyerên kuştin û birîndarkirinê çêbûne.

Back to top button