Parlamena Iraqî ji sedî 9.5 ji bo Başûrê Kurdistanê destnîşan kir

Parlamena Iraqî piştî lidarxistina gelek rûniştinan, para hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji budceya 2021’ê erê kir.

Di projeyasaya budceya giştî de, para Başûrê Kurdistanê li gorî maddeya 11’an, ji sedî 9.5 hate destnîşankirin.

Li gorî madeya 11’an a projeyasaya Iraqa federal, divê Hewlêr mehane 250 hezar bermîl neft bi nirxê Şîrketa Iraqî ya Petrol (SOMO) radestî hikûmeta navendî bike û mûçeyên karmend û pêşmergeyan jî, ji budceyê bide.

Parlamena Iraqî heya niha ji 58 madeyên projeyasayê, tenê 11 erê kirine û civîn hê berdewam in.

Back to top button