Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din bi Corona yê mirin û 120 kes jî pêketin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ragihand ku ji 4 kesên ku mirine mêrek û 3 jin in..
Mustefa diyar kir ku ji 120 kesên ku pêketine jî 62 mêrin û 58 jinin ..
Mustefa destnîşan kir ku 11 kes ji Coronayê baş bûne..
Bi van daneyan hejmara kesên bi Corona ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihişte 10 hezar û 179 kes ji wan 382 kes mirine û 1318 kes başbûne..