Xelkê Şengalê dest bi nobedariya parastinê kir

Gelê Êzidî îro li Şengalê li dijî gef û êrîşan dest bi nobeta parastinê kir. Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî jî bi boneya salvegera 3’yan a vekişîna hêzên gerîla ji Şengalê got ku ew berxwedana gerîlayan ji bîr nakin.

Hikûmeta Iraqê demek beriya niha gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê kiribû û xwestibû heta 1’ê Nîsanê hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derkevin.

Li ser vê yekê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hemû sazî û dezgehên herêmê, oldar û rusipiyan re civiya û biryara berxwedanê da.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bal kişand ku hemû hewldanên wan ji bo çareseriya bi riya diyalogê ye, lê ger îradeya wan neyê nasîn û bi ser wan de biçin, dê li ber xwe bidin û banga parastina destkeftiyan kiribû.

Roja ku hikûmeta Iraqê wekî gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê kiribû, îro bi dawî dibe.

Li aliyê din jî xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna hêzên parastina Êzidxanê û parastina destkeftiyan berê xwe da Çiyayê Şengalê.

Welatiyên ku li herêma Çilmêra kom bûn, dest bi nobedariya parastina destkeftiyan kir.

Çalakî û herikîna cihê çalakiyê didome.

Grûba Asoya Nû banga xwedîderketina li Şengalê kir

Grûba Asoya Nû jî ku grûbeke serbixwe ye têkildarî gef û planên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

Grûba Asoya Nû bang li hemû partî û rêxistinên sivîl ên li Kurdistanê kir ku xwedî li Şengalê derkevin û piştgiriya wê bikin û planên dagirkerên Kurdistanê pûç bikin.

Koma dostaniya Kurdan nameyek ji pe û hikumeta Iraqê re nivîsandin

Endamên Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê derbarê gef û êrîşên li ser Şengalê de nameyek ji Parlamenta Ewropayê û hikumeta Iraqê re nivîsandin.

Di nameyê de hate ragihandin, ku krîza navbera hikumeta Iraqê û xelkê Şengalê ji bo aramiya li herêmê metirsîdar e.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî: Em lehengiya gerîlyan ji bîr nakin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera 3’yan a vekişîna hêzên gerîla ji Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên HPG û YJA Starê erka xwe ya exlaqî û wijdanî bi cih anî û di 1’ê nîsana 2018’an de vekişiyan.

Hat destnîaşnkirin ku bi destwerdana şervanên azadiyê yên HPG, YJA Star, YPG û YPJ’ê, bi hezaran mirovên ji şêniyên Şengalê ji fermanê hatin rizgarkirin û çiyayê Şengalê bû hêlîna lehengan.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî got ku ew ti carî berxwedan û lehengiya şervanên xwe ji bîr nakin û wê xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Back to top button