Xertûm 335 milyon dolar ji bo malbatên qûrbaniyên Amerîka da

DYA di dawiya 2020’an de, Sûdan ji nava lîsteya “Welatên Piştevaniya Terorê” dike derxistibû. Lê bi bivê yekê re dawî nebûbû.

DYA ji bo qurbaniyên di êrîşên terorî de hatibûn kuştin, tazmînat ji Sûdanê xwestibû. Waşîngtonê ragihand ku Xertûmê 335 milyon dolar tazmînat ji bo qurbanên di êrîşên terorî de hatine kuştin daye.

335 milyon dolar bû berdêla derketina li lîsteya Terorê.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Êdî dem hatiye ku em vê qonaxa zor derbas bikin û ji bo dostaniya DYA-Sûdanê rûpeleke nû vekin. Her wiha ji bo piştevaniya hikumeta welat ya di warê azadî, aştî û dadmendiyê de bi çarçavan li benda alîkarîdayînê ne.

Tevî krîz, şert û mercên zehmet yên aboriyê jî Sûdanê karî tazmînata ji bo malbatên qurbaniyên DYA yên di êrişên terorî de hatine kuştin bide.

Biryara tazmînatê ji aliyê Serokê berê yê DYA Donald Trump ve hatibû diyarkirin û Sûdanê jî ev yek pejirandibû.

Serokwezîrê Sûdanê Ebdulah Hemduk jî diyar kiribû ku di encama danûstandinên navebra aliyan wan ji 10 milyar dolaran tazmînat daxistibû û ev yek bi sed milyon dolarî re bidawî kiribû.

Ev tazmînat bûyera ji derve yî êrîşa 1998’an a li Kenya û Tanzanya ku li dijî DYA û êrîşa El Qaîde ya li Yemenê ku USS Cole ya 2000’î digre nava xwe.

Her wiha kuştina Amerîkiyê, 2008’an yê li paytext Xertûmê jî digre nava xwe.

Trump wê demê di daxuyaniya dayî de eşkerek kiribû ku Sûdanê pejirandiye ji bo malbat û qurbaniyên terorê wê 335 milyon dolar bide.

Dema ev pere hate dayîn jî wê Sûdan ji lîsteya “Welatên Piştevaniya Terorê” dike bê derxistin.

Her wiha serokê berê Trump, piştî ku Xertumê peymana normalkirina têkiliyên bi Îsraîlê re îmze kir biyara derxistina Sûdanê ji listeya “welatên piştevaniyê dide terorê” derxistibû.

Dadgehên DYA beriya niha Sûdan bi piştevaniya El Qaîde û lîderê rêxistinê Usame Bîn Ladîn darizandibûn.

Back to top button