DMME: Ji ber 168 dozan Tirkiye wê 1,5 milyon euro tazmînat bide

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa (DMME) ragihand ku ji ber 168 dozên ku 2020’an ji Tirkiyê ji wan re hatîn û mafên hatine xwarin, bi giştî 1,5 milyon euro tazmînatê standine.

Dadgeh rapora xwe ya 2020’an ku girêdayî dozên ji welatên endamên Konseya Ewropa ji wan re hatî, eşkere kir.

Li gorî rapora Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa, tevî Covîd-19 welatên Ewropa di pêkneanîna biryarên dadgehê de pêşketiyek çêkiriye.

Di vê çarçoveyê de, 2020’an li dijî Tirkiye 168 dozên heyî hatine encamdan û hîna 624 doz li benda encamê ne.

Komîtê diyar kir ku welatên endam neçarin ku di zutirîn demê de biryarên DMME bilez û tam pêk bînin û got:

Ev yek nebişêwazê dostane, lê pêwiste di çarçoveya girêdanê de pêk bînin.

DMME biryar girt ku Tirkiye wê ji ber dozên hatine encamdan bi giştî 1,5 milyon euro tazmînatê bide.

Her wiha dozên li ser mijara Qibris, Selaheddîn Demîrtaş û Osman Kavala yên hatine encamdan û Tirkiye hîna ev biryar pêk ne aniye jî hate bibîrxistin.

Komîteya Wezîran ya xwedî biryarê ya Konseya Ewropa ye, ji şopandina pêkanîna encama biryarên DMME girtî berpirse.

Ev komîte dikare li dijî welatên ku biryarên DMME pêk naêne jî biryar bigre û ceza jî bike.

Back to top button