Çalakiya girtiyan di roja 126’an de berdewam dike

Hêrs û nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo her diçe mezin dibe. Parêzer ji bo biçin Îmraliyê îro dîsa serlêdan kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk jî dewam dikin.
Komeleya Mafên Mirovan a li Tirkiyê jî diyar kir tecrîda giran a ku demeke dirêje li Îmraliyê tê meşandin weke rêbazekî cezakirinê li gelek girtigehan tê dewam kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya girtiyan di roja 126’an de ji aliyê koma 26’emîn ve berdewam dike.

Rojnamevanê dîlgirtî Nedîm Turfent tevlî koma 26’an a greva birçîbûnê bû

Rojnamevanê dîlgirtî Nedîm Turfent ê ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin, ragihand ku ew jî tevlî koma 26’an a greva birçîbûnê bûye.

Nedîm Turfent got ku bidawîkirina tecrîdê wê bêhnê bîne ber hemûyan.

Li Mexmûrê û kampa Lavrîo ya Yewnanistanê çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin

Bi heman armancê li Mexmûrê çalakiya greva birçûbûnê bi koma 53’emîn di roja 105’an de dewam dike.

Çalakiya penaperên kurd a li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî di roja 88’an de ye.

Ozturk Turkdogan: Li Îmraliyê ji mêj ve ye tecrîda giran dewam dike

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rapora Binpêkirina li Girtîgehan a sala 2020’an bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re par ve kir û tê de behsa tecrîda li Îmraliyê kir.

Hevserokê Giştî yê Komeleyê Ozturk Turkdogan bal kişande ser tecrîda li Imraliyê û got ku li Girtîgeha Îmraliyê ji mêj ve ye tecrîda giran dewam dike.

Ozturk Turkdogan got ku sala 2020’an ji girtiyan 266 name hatine û 54 serlêdan çêbûne û tevahiya salê 182 gritî bi mijarên cuda serlêdan kirine ku maf hatine binpêkirin.

Turkdogan destnîşan kir ku li Tirkiyê çareya krîza bêdadiyê encex bi guherînên radîkal ên rêziknameya cezayê dikare pêk were ku li gorî rêziknameyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û mafê mirovan ê gerdûnî re levhatî bin.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriya komarê ya Bûrsayê da

Parêzerên Rêberê Abdullah Ocalan jî Raziye Ozturk, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Ji 14’ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Ocalan û vir ve parêzeran û malbatê ji bo karibin “bi lez” hevdîtinê bikin 13 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dane.

Her wiha 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê dane.

Back to top button