Li Iraqê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin û çeteyek hat kuştin

Li Iraqê, li ser destê hêzên artêşa welat û Koalisyonê, serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin û çeteyek jî hat kuştin.

Şaneya Ragihanda Ewlehiya Iraqî, ragihand ku Pêncşemê balafirên Koalisyona Navdewletî li dijî stargeheke şaneyên DAIŞ’ê li Wadî El-Sersar êrîşeke asîmanî pêk anî.

Li gorî şaneyê, di encama êrîşê de, çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin û stargeh hat rûxandin.

Berdevkê fermandariya hêzên leşkerî yên Iraqê Yehya Resûl da zanîn ku hêzên Antî-Teror jî li dijî şaneyên DAIŞ’ê kemîneke Istixbaratî veda û serçeteyekî DAIŞ’ê ku wekî “Emîrê Dicleyê” dihat naskirin, ket xefkê.

Back to top button