Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj jimara pêketiyên vîrûsa Coronayê û rêjeya belavbûna wê zêde dide û heta niha jimara nexwşan gihiştiye, 10 hezar û 179 kesî.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 120 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Li gel van pêketiyan, desteyê her wiha diyar kir ku 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 10 hezar û 179, ji wan hezar û 318 baş bûne û 382 kesan jiyana xwe ji dest daye.