Bi boneya 4’ê Nîsanê, jinên xwendekar banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo kir

Bi boneya 4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, jinên xwendekar li Qamişlo, Tevgera Jinên Ciwan a herema Firatê meşên meşeleyî li dar xistin. Her wiha bi heman boneyê, li Minbicê jî pêşbirka wênexêzî û destxetê hat birêxistinkirin.

Bi boneya 4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin.

Jinên xwendekar ên Tevgera Xwendekarên Demokratîk, ji bo eşkerekirina rewşa ‎Rêber Abdulah Ocalan û bi boneya 4’ê Nîsanê, meşeke meşaleyî li Qamişlo li dar xist.‎

Di meşê de, tercîda giran a li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û banga eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî hat kirin, her wiha soza berdewamkirina çalakiyan hat dayîn.

Tevgera Jinên Ciwan a herêma Firatê meşeke meşeleyan li dar xist

Bi heman boneyê, Tevgera Jinên Ciwan a herema Firatê meşeke meşaleyan bi beşdarbûna bi dehan ciwanên Kobanê pêk anî.

Jinan diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, rojbûna gelên serhildêr e.”
Her wiha soz da ku ew ê li ser fikirê Rêber Apo bimeşin.

Xwendekarên Minbicê ev roj bi xêzkirian wêneyan pênase kir

Di heman çarçoveyê de, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên wê û bi diruşma “Em bi pênûsên xwe pêşeroja xwe nexşe dikin” pêşbirka wênxêzî û destxeta Erebî çêkir.

Pêşbirk bi beşdarbûna 150 xwendekarên serkeftî, mamosteyên Minbic û endamên Rêveberiya Sivîl hat lidarxistin.

Pêşbirk bi belavkirina xelatan bi dawî bû. s

Back to top button