Havîn Guneşer: Divê em xurttir xwedî li projeya Rêber Apo derkevin

4’ê Nîsanê tê û pê re jî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo hîna dewam e û nerazîbûn her hene. Nûnera ‘Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re Aştî ji Kurdistanê re’ Havîn Guneşer dibêje “Divê tecrîda li ser Rêber Apo li her derê were vegotin û li dijî vê tecrîdê çalakî bê navber dewam bikin.”

Li ber çavê cîhanê tevî û bi awayekî eşkere di kesayeta Rêber Apo de hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.

Demeke dirêj e ne dihêlin bi malbatê re ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Nûnera ‘Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re Aştî ji Kurdistanê re’ Havîn Guneşer têkoşîna Rêber Apo ku 22 sal e di tecrîda Îmraliyê de ye û fikir û peyamên wî, ji Ajansa Nûçeyan ANHA’yê re nirxand.

Havîn Guneşer anî ziman “Hebûna Rêber Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû gelan, bi taybetî gelê Kurd, girîngiyeke mezin e.”

Guneşer piştrast kir ku pergala cîhanê nekarî pêşî li projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bigire û ji bo rakirina tecrîdê tekez kir “Divê gel li qadan bin, tecrîda li ser rêber Apo li her derê were vegotin û li dijî vê tecrîdê çalakî bê navber dewam bikin.”

Nûnera Însiyatîfê Havîn Guneşer bi gotina “4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo û gel e. Bi vî rengî divê em vê rojê silav bikin,” dawî li nirxandina xwe anî.

Back to top button